BI DÎMEN

Cizîrî: Bila dewlet dev ji me biqere

Cizîriyan destnîşan kirin, ku ew ê polîtîkaya koçberkirinê careke din pûç bikin û gotin, "Ti hêviya me ji wan nîne, bila dewlet êdî dev ji me biqede."

Cizîriyên piştî terora dewletê li navçeyê vegeriyan, cara duyemîn dîtin ku dewletê malên wan xera kiriye. Taxên Cizîrê yên hatine bombekirin, bi bahaneya 'herêmên bi rîsk' in, wê di bin navê 'cemawerîkirina bi lezgîn' de werin desteserkirin. Cizîriyan destnîşan kirin, ku ew ê polîtîkaya koçberkirinê careke din pûç bikin û gotin, "Ti hêviya me ji wan nîne, bila dewlet êdî dev ji me biqede."

Parêzer Emîrhan Ûysal, Cesîm Ûysal û Melek Îdîn ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Ev gel wê li vê xakê bimîne."

PARÊZER EMÎRHAN ÛYSAL: Tevî wê hovîtiya li Cizîrê hat kirin, bi hezaran xanî hatin xerakirin. Zerara li vir hatiye kirin, wê bi tenê li vir nemîne. Mirovên li Afrîkayê dijîn jî wê zerarê ji vê karesatê bibînin. Talankirina xweza û darên li vê derê zerarê dide cîhanê. Lê li vê nafikirin. Dema em li Cizîrê dixebitîn dayikeke 80 salî ji me re got: 'Di emrê min de 5 caran mala min şewitandine, 4 caran me xanî ji nû ve ava kirin. Em ê vê carê jî xaniyê xwe çêbikin. Eger em dixwazin bijîn divê em li xaka xwe jiyana xwe ji nû ve ava bikin'. Bi kurtasî li Cizîrê mirov ji gundan hatin derxistin û hatin bajêr. Li bajêr jî xaniyê wan xera kirin. Lê ev gel wê li ser erdê xwe bimîne, ji ber ku şensê jiyanê li erdnîgariyeke din nîne.

CESÎM ÛYSAL: Bi 'cemawerîkirina lezgîn' re wê bjarên me ji me bistînin. Bêyî ku li ber xwe bikevin radibin di televîzyonan de dibêjin, 'em ê ji mala we ya berê xweştir malekê ji we re çêbikin'. Hûn ji Xwedê natirsin lê em we hewaleyî Xwedê dikin. Ji me re xanî çênekin, dev ji me biqerin, êdî em naxwazin li rûyê we binêrin, neyên pêş çavên me. Gelê Cizîrê naxwaze we li vir bibîne. Ne xaniyên me bi topan xera bikin, ne jî ji me re xaniyan çêbikin. Çeteyên ku we şandine vê derê, zarokên çeteyên JÎTEM'ê ne, ku di salên 90'î de Kurd qetil dikirin. Em êdî we li vir naxwazin.

MELEK ÎDÎN: Dewletê li Cizîrê mirov li pêş çavên tevahiya cîhanê bi saxî şewitand. Hemû dewletên cîhanê jî bûn hevparê vê bêrûmetiyê. Ji ber vê yekê, gelo kîjan Cizîrî çûye ber deriyê dewletê û jê re gotiye 'te ez mexdûr kir, mexdûriyeta min ji holê rake?'. Gelê Cizîrê gelekî bi rûmet e. Lê belê vana rabûn malên me bi leşker û tîman dan xerakirin û dixwazin ji xwe re avahiyan çêbikin. Xwîna zarokên me hînê li wê derê ziwa nebûye. Gelê Kurd hemû komkujiyan ji bîr bike jî wê komkujiya li Cizîrê ti carî ji bîr neke. Ji wan heye ku bi xerakirina malên me, em tinekirin e. Lê ev gel dikare êşa xwe di nava xwe de rabigire, lê ti carî ji bîr nake.

...