Cizîr di dorpêça polîsan de ye

Cizîr di dorpêça polîsan de ye

Li Cizîrê ji ber barana zêde dibare cihê "Mitînga Çareserî û Azadiyê" hate guherîn dê mitîng li Kolana Botanşê pêk bê. Li navçeyê gelek tedbîrên berfireh hatin girtin. Li navçeyê polîs raste rast bombeyên gazê diavêjin. Polîs dixwazin bi vê yekê welatiyan asteng bikin û destûrê nedin tevlî mitîngê bibin.

Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê bi armanca balê bikşînin ser çalakiya birçîbûnê ya di roja 60'emîn de berdewam dike li Cizîrê mitîngê li dar bixe û ji ber barana zêde dibare cihê mitîngê hate guherîn. Mitînga berê dê li Qada Çarkendal ya li taxa Sur pêk hatiba ji ber baranê û heriyê birin Kolana Botaşê ya li taxa Nûrê.

Welatiyên ji navenda Şirnex û navçeyên Elk, Qileban, Silopî û Hezexê ji bo tevlî mitîngê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Di ketin û derketina bajar û navçeyan li nokteyên lêgerînê welatiyên diçûn Cizîrê hatin astengkirin û paşve hatin zivirandin. Ketin û derketina Cizîrê jî ji aliyê polîsan ve hatiye girtin.

Li Cizîrê polîsan tedbîrên gelek berfireh girtin û ji Şirnex û navçeyangelek polîs anîn Cizîrê. Li hemû kolanên Cizîrê wesayîtên zirxî tên bicih kirin û destûrê nadin girse bê qada mitîngê. Polîs raste rast bombeyên gazê diavêje hemû taxên Cizîrê. Ji ber bombeyên gazê tax di bin mijê de dimînin. Polîs destûrê nadin welatî ji malên xwe derbikevinû û dîmenên awaret li Cizîrê tên jiyîn.

Li navçeyê rageşî berdewam dike.