'Çiya nebe azadî jî nabe'
Dilzar Amed a di sala 2015'an de tevlî refên gerîla bû diyar kir, ku wê xewn û xeyalên xwe yên ji dema zarokatiyê ve bi cih aniye.
Dilzar Amed a di sala 2015'an de tevlî refên gerîla bû diyar kir, ku wê xewn û xeyalên xwe yên ji dema zarokatiyê ve bi cih aniye.
Gerîla Dilzar anî ziman, ku di temenê biçûk de wê dixwest tevlî nava refên gerîla bibe, lê belê emrê wê li pêşiya vê yekê asteng bû, lewma dixwest zû mezin bibe. Dilzar da xuyakirin, ku hînê di emrekî biçûk de wê meraqa çiyê dikir û got, "Çiya her tim ji bo min nepenî bû. Min bi vê jî zanîbû; azadî li çiyê pêkan e. Lewma jiyana li çiyê timî xeyala min bû."
Gerîla Dilzar da xuyakirin, ku jiyana li çiyê ji bo wê xwedî cihekî cuda ye û ragihand, ku piştî tevlîbûnê wê ev cudatî baştir dîtiye. Dilzar dibêje, "Xwezî ez zûtir derketibûma serê çiyê. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bûm, min wateya hevrêtî, ked, hezkirin yanî temamiya jiyanê baştir fêm kir. Lewma dibêjim; xwezî zûtir hatibûma."
Dilzar da zanîn, ku di navbera wê û çiyê de girêdaneke nepenî afiriye û got, "Ya ku di nava jiyana çiyê de herî zêde bala min dikişîne, têkiliya xurt a di navbera mirovan û çiyê de ye. Bi taybetî dilsoziya bi hevalên şehîd, me hîn bêhtir bi vê jiyanê ve girê dide."
AZADIYA RÊBERÊ ME JI BO ME SEDEMA TÊKOŞÎNÊ YE
Dilzar da xuyakirin, ku bi derketina serê çiyê re wê xeyala xwe ya zarokatiyê pêk aniye û wiha dewam kir: "Bi tevlîbûna li nava refên gerîla re min xeyala xwe ya azadiyê pêk anî. Lê belê xeyala min a herî mezin dîtina Rêbertî û mayîna pê re ye. Ji bo bicihanîna vê xeyala xwe jî ez ê bi hemû hêza xwe, bi dilê xwe şer bikim. Ji bo azadiya Rêbertî ez ê het dawiyê têbikoşim. Azadiya wî ji bo me sedema têkoşînê ye."
Gerîla Dilzar herî dawî bang li ciwanên Kurdk ir ku derkevin serê çiyê, têkoşîna xwe mezin bikin û got, "Ez ji vê derê bang li ciwanên Kurd, bang li lêgerînerên azadiyê dikim. Çiya nebe azadî nabe. Ji bo azadiyê bila berê xwe bidin çiyê û tevlî refên gerîla bibin."