Tevgera Ciwana Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê û piştgiriya gireva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê, dê sibe li Qamişlo meşek mezin lidar bixe.
Meş dê sibe saet di 16.00’an de li ber deriyê Mala Gel a Taxa Qeneswêsê destpê bike. Ciwanên dê tevlî meşê bibin jî, dê ji 3 aliyan ve bimeşin Taxa Qeneswesê. Li gorî vê yekê girse dê Li taxên Hilêliyê, Xerbî û Kornîş saet di 15.30’an de li ber avahiyên mala gel bêne cem hev û ji van deran heta ber Mala Gel a Taxa Qeneswisê bimeşin. Piştî 3 baskên meşê gihîştin hev, dê daxuyanî bê dayîn. Tevgera Ciwanên Şoreşger bang li hemû kesî kir ku tevlî meşê bibin.
Ji bo şermezarkirina Tecrîda li Ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, piştgiriya greva birçîbûnê, êrîşên dawî yên li Rojavayê Kurdsitanê