Ciwanên Kurd di nava artêşa Sûriyeyê de winda dibin

Ciwanên Kurd di nava artêşa Sûriyeyê de winda dibin

Ciwanê Kurd Mihemed Muslim Bozê yê ku leşkeriya bi darê zorê ya rejîma Sûriyeyê dikir ji 8’ê Cotmeha 2012’an de winda ye.

Malbata Ciwanê Kurd Mihemed Muslim Bozê diyar kir ku kurê wan li paytexta Sûriyeyê Şamê leşkeriya bi darê zorê ya rejîmê dikir. Malbata Mihemed Muslim Bozê ragihand ku kurê wan di 8’ê Cotmeha 2012’an de bi armanca mûçeyê xwe bigre çûye herêma Sit Zêneb a Şamê û ji wê rojê ve winda ye. Malbata Bozê da zanîn ku tevî hemû hewldanan kurê wan hîn winda ye.

Malbata Mihemed Muslim Bozê bang li kesên agahiyên wan li ser Bozê hene, li ser vê reqema telefonê wan agahdar bike: TEL: 05423554952

Mihemed Muslim Bozê di sala 1991’an ji dayik bûye.