BI DÎMEN

Ciwanên Kurd berxwedana YPS’ê silav kirin, meşê destpê kir

Meşa ku di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad de, bi şîara “Wê tecrîd bişkê, tola gelê Kurd bê rakirin” li bajarê Frankfûrt ê Elmanya hat lidarxistin bi tevlîbûna hezaran ciwan pêk hat.

Meşa ku di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad de, bi şîara “Wê tecrîd bişkê, tola gelê Kurd bê rakirin” li bajarê Frankfûrt ê Elmanya hat lidarxistin bi tevlîbûna hezaran ciwan pêk hat.

Çalakiyên Kurdên Ewropa yên ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Di pêşengtiya Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad de li bajarê Frankfûrt ê Almanayê meşek hat lidarxistin.

Bi hezaran kes li pêşiya HBF a Frankfûrt di saet 12:00’an de kom bûn. Ciwanên ku li gelek bajarên Ewropa kom bûn, di saet 13:00’an de bi dirûşma “Bijî Berxwedana YPS’ê” û bi pankarta ‘Wê tecrîd bişkê, tola gelê Kurd bê rakirin” dest bi meşê kirin.

Meşa ku komên çepgir ên Elman û Tirk jî piştgirî kirin, ciwanên Kurd qetlîamên wehşî yên li ser Kurdistanê şermezar kir, belavokên ku têkiliyên Ewropa/NATO û Erdogan û polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdistanê tîne ziman belav kirin.

Di meşa ku tecrîda li ser Rêber Ocalan hat şermezarkirin de dem bi dem dirûşmên “Tolhildan” hatin qîrkirin.

Polîsên Elman bi hinceta ku hinek al û wêne “Qedexene” xwestin ku meşê asteng bikin. Ciwanan jî dirûşmên “Zext nikarin me bişkîne” û “Merkel fînanse dike, Erdogan bomberdûman dike” nêzîkatiyên polîsan protesto kirin û al bilind kirin.

Piştî meşa ku li Haûptwache bi dawî bû, wê mîtîng were lidarxistin.

...