Ciwanên Kerkûkî: Bila gerîla tevlî operasyonên Mûsil û Kerkûkê bibin
Ciwanên Kerkûkî dan xuyakirin, ku Mûsil ji bo Kurdistanê bajarekî girîng e û gotin, "Divê gerîla û pêşmerge di operasyonê de cih bigirin."
Ciwanên Kerkûkî dan xuyakirin, ku Mûsil ji bo Kurdistanê bajarekî girîng e û gotin, "Divê gerîla û pêşmerge di operasyonê de cih bigirin."
Ciwanên Kerkûkî dan xuyakirin, ku Mûsil ji bo Kurdistanê bajarekî girîng e û gotin, "Divê gerîla û pêşmerge di operasyonê de cih bigirin."
Ciwanên Kerkûkî têkildarî operasyonên rizgarkirina Mûsil û navçeyên Kerkûkê ji çeteyên DAIŞ'ê, ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin, ku Mûsil bajarekî Kurdistanê ye. Ciwanan gotin, "Çawa ku li Kerkûkê gerîla û pêşmerge bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, di operasyona azadkirina Mûsilê de jî divê bi hêzeke hevpar cih bigirin."
'MÎNA LI KERKÛKÊ DIVÊ GERÎLA LI MÛSILÊ JÎ HEBIN'
Awder Dalak diyar kir, rizgarkirina bajarê Kerkûkê ji çeteyên DAIŞ'ê, ji bo siberoja gelê Kurd gelekî girîng e û got, "Mûsil ji bo me Kurdan gelekî girîng e. Di dema dawî de operasyona Mûsilê ketiye rojevê. Pêwîste gerîla ji sedî sed di vê operasyonê de cih bigirin. Ji ber ku gerîla ji hemû hêzên li herêmê cudatir e. Gelê herêmê dixwaze gerîla tevlî operasyonê bibe. Ji ber ku hem li Kerkûkê û derdora wê hem jî li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê serketinên mezin bi dest xistin."
'XIZMETA GERÎLA YA JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RE KIR, TI CARÎ NAYÊ JI BÎR KIRIN'
Kerkûkiyê bi navê Soran Serdar jî ragihand, tevlîbûna gerîlayan li operasyonan moraleke mezin dide pêşmerge û gel û got, "Bêguman gerîla ji bo herêmê xwedî girîngiyeke mezin e. Ji Kerkûkê heta Celawla û Mexmûr û Şengalê gerîla li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Başûrê Kurdistanê têkoşîneke bi bandor dimeşîne. Weke gel em dixwazin gerîla di operasyona azadkirina Mûsil û derdora Kerkûkê de cih bigirin. Eger em dixwazin li ser siberoja Mûsilê xwedî gotin bin û wî bajarî li Kurdistanê vegerînin, divê gerîla û pêşmerge di operasyona Mûsilê de bi hev re tevbigerin. Dema gerîla tevlî operasyonê dibe hem moralê dide pêşmergeyan hem jî dide gel."
'TEVLÎBÛNA GERÎLA LI OPERASYONÊ DESTÊ KURDAN XURT DIKE'
Balen Şiwanî destnîşan kir, ku li ti eniya gerîla, çeteyên DAIŞ'ê bi ser neketiye û got, "Operasyona Mûsilê hînê bi temamî destpê nekiriye. Hînê li ser hêzên tevlî bibe de hevdîtin tên kirin. Weke Kerkûkiyekî ez di wê baweriyê de me ku divê gerîla bi awayekî fermî tevlî operasyona li Kerkûkê bibe. Jİ ber ku gerîla li ti eniyê têk neçûye. Di azadkirina Xaneqîn, Celewla, Kerkûk, Mexmûr, Şengal û gelek herêmên Başûrê Kurdistanê de gerîlayên HPG û YJA Starê roleke mezin lîstin. Tevlîbûna gerîla li operasyonê wê di plansaziya li ser siberoja Mûsilê de destê me Kurdan xurt bike."