Li ser navê Ciwanên Azad û YXK ên li Ewropayê heyetek tevlî Konferansa Ciwanên Demokratîk a Rojhilata Navîn dibe, ku wê di 13-14'ê Adarê de li Amedê pêk were. Li ser navê her du saziyan peyamek hat weşandin.
Heyet, piştî konferansê wê di nava delegasyona Newrozê ya ji 80 xwendekarî de cih bigire.
Piraniya endamên heyeta ji bo şopandina pîrozbahiyên Newrozê îsal diçe Kurdistanê, ji ciwanên Ewropî pêk tên. Heyet her wiha wê sîstema konfederalîzma demokratîk a li Kurdistanê ava dibe û pêşketinên şoreşgerî ji nêz ve bişopîne.
Di vê navberê de YXK û Ciwanên Azad bang kirin ku bi xurtî tevlîbûn li konferansa jinên ciwan a 14'ê Adarê were kirin.