Ciwanekî Giyadînî dawî li jiyana xwe anî

Ciwanekî Giyadînî dawî li jiyana xwe anî

Li Giyadînê ciwanê bi navê Riza Guven bi tivinga pompeyî dawî li jiyana xwe anî. 

Li gundê Caneqîz ê navçeya Agirî Giyadînê, ciwanê bi navê Riza Guven ê 23 salî şevê din li mala xwe bi tivinga pompeyî dawî li jiyana xwe anî. Guven bi giran birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê. Guven, piştî destwerdana destpêkê ya tipî, sewqî Agiriyê hat kirin. Guven, di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazê Guven ji bo otopsiyê sewqî Saziya Tîba Edlî ya Trabzonê hat kirin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.