Ciwanê Kurd ê ji Kobanê Feyad Berkel Xezal ku leşkeriya xwe ya bi darê zorê li bajarê Şamê dikir di nava şer de hat kuştin.
Ciwanê kurd Feyad Xezal sala1986 an li gundê Yedilqewî yê girêdayî bajarê Kobanê ji dayik bûye.
Feyad Xezal ku leşkeriya xwe ya bi darê zorê li bajarê Şamê dikir, beriya sal û du mehan leşkeriya xwe bidawî kiribû, lê rayedarên artêşa Sûrî weke hergav destûra vegera wî ya malê nedanê.
Feyad Xezal di şerekî yê di navbera artêşa rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de jiyana xwe ji dest da.Gundiyên Feyad Xezal, malbata wî û hejmarek ji xelkên bajarê Kobanê ew li goristana gundê wî veşartin.