Ciwana li Cizîrê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Ciwana li Cizîrê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ciwanan Kolana Îdîlê ji trafîkê re girtin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kirin. Piştî demekê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Pevçûnên bi êrîşê re destpê kirin heta derengî şevê berdewam kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şevê din ciwanan bi armanca şermezarkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi parêzeran re bi hinceta "keştî xirabûyî ye" hate astengkirin Kolana Îdîlê ji tirafîkê re girtin. Ciwanan li ser kolanê agir hilkirin û slogana "Bijî Seroka Apo" qêriyan. Piştî demekê polîsa bi wesayîtên zirxî û TOMA'yan êrîşî ciwanan kir.

Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî ciwanan kir, ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî, molotof û bombeyên deng bersiva polîsan da. Di dema pevçûnan de bombeyên deng hatin teqandin. Pevçûn heta derengî şevê berdewam kir.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi boneya 34’mîn salvegera damezirandina PKK'ê ciwanan li Kolana Onder ya taxa Zeynel Abidîn agir hilkirin û sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gele gel li vire", "Bijî Berxwedana zindanan" û "Ocalan" qêriyan. Piştî teqandina fişekên hewayî çalakî bi dawî bû.