Ciwan li Elmanya dimeşin
Ciwan li Elmanya dimeşin
Ciwan li Elmanya dimeşin

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanya beriya 22’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 13’ê Îlonê “meşa dirêj” a her sal ji aliyê ciwanên Kurd ve tê lidarxistin di roja 3’emîn de dewam dike.
Meşa ji aliyê Rêxistina Ciwanên Azad ve tê organîzekirin bi dirûşmaya, “Em ber bi Kobanê û Şengalê ve dimeşin tu jî tevlî bibe” tê lidarxistin. Meşa roja Yekşemê li bajarê Hagen bi tevlîbûna sed ciwanan destpê kir, ciwan di roja 3’emîn a meşê de ber bi Bochum ve meşiyan û wê îro 21 km bimeşin. Danê êvarê jî wê di panela li Essen a bi navê “Parastina Cewherî û Rola Ciwanan” ku siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak jî beşdar bibe amade bin. Ciwanên wê bi şev li vî bajarî bin sibe jî wê ji Essen ber bi Duîsburgê ve bimeşin. Li vir jî ji bo ciwanan bi tevlîbûna hunermend Sosin, Bengî Agirî û Koma Amargî şahiyek wê bê lidarxistin.

Endamê Komîteya Amadekar a meşê Mordem Botan têkildarî meşê ku daxuyanî da got: “Di cihên em têre derbas dibin eleqeyeke mezin ji bo meşê heye. Welatî der barê armanca meşê de pirsan dikin. Belavokên em belav dikin bi baldarî dixwînin. Bi taybet jî der barê Şengalê de pirsan dikin. Dema li dijî DAIŞ em dirûşmayan dibêjin tevlî me dibin û bi me re dimeşin.”
