Civînên 15. Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê destpê kir
Civîna amadekariya Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya her sal ji aliyê şaredariya Dêrsimê ve tê lidarxistin li salona civînan a şaredariya Dêrsimê hat pêk hat
Civîna amadekariya Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya her sal ji aliyê şaredariya Dêrsimê ve tê lidarxistin li salona civînan a şaredariya Dêrsimê hat pêk hat
Civîna amadekariya Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya her sal ji aliyê Şaredariya Dêrsimê ve tê lidarxistin li salona civînê a Şaredariya Dêrsimê pêk hat. Meclîsa Gel û Şaredariya Dêrsimê dîroka Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê ku îsal a 15. wê bê lidarxistin weke 7-8-9’ê Tebaxê diyar kir.
Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl der barê xebatên amadekariyên 15. Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dêrsimê ya wê îsal pêk bê de li gel Meclîsa Gel a Dêrsimê, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî civîn li dar xist.
Hevşardar Bul da diyarkirin ku bi sedema amadekariyên teknîkî yên mîhrîcanê wê negihêje dîroka mîhrîcanê weke 7-8-9’ê Tebaxê hatiye diyarkirin. Bûl got: “Em dixwazin mîhrîcana me bi butçeyek kêm û bi naveroka wê jî bi we re tijî bikin. Dîsa ji bo derbaskirina pirsgirêkên teknîkî jî xebatkarên şaredariyê wê hîn bi hestyartir nêzîk bibin.”
Civîn piştî ku beşdaran der barê bernameya mîhrîcanê de nîqaş meşandin bi dawî bû.