RÊZENIVÎS I

Çîroka berxwedanê ya ciwanên dibêjin 'Encam wê bêhempa be'

Li dijî êrîşên topyekûn ên AKP'ê, ku piştî 7'ê Hezîranê dest pê kirin, komek ji ciwanan li Sûrê xwerêveberiya gel bi rêxistin kirin û li dijî bi hezaran leşker û polîsan ku piraniya wan ji hêzên taybet bûn, 103 rojan bi rengekî bêhemap têkoşiyan.

Li dijî êrîşên topyekûn ên AKP'ê, ku piştî 7'ê Hezîranê dest pê kirin, komek ji ciwanan li Sûrê xwerêveberiya gel bi rêxistin kirin û li dijî bi hezaran leşker û polîsan ku piraniya wan ji hêzên taybet bûn, 103 rojan bi rengekî bêhemap têkoşiyan. Endamên YPS'ê ku bi gotina 'Encam çi dibe bila bibe, wê bêhempa be' dest bi têkoşînê kirin, tevî derfetên kêm jî mal bi mal, heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe dan û di encama vî şerî de derbeke giran li dewletê xistin.

Navçeya Sûr a Amedê, par şahidî ji berxwedana herî bi heybet a dema nêz kir. Piştî xwerêveberiya di 15'ê Tebaxa 2015'an de li vê navçeya dîrokî hate ragihandin, bi pêşengiya ciwanan berxwedanê dest pê kir. Rojên destpêkê yên berxwedanê bi rêxistinkirin û zanekirina gel derbas bû. Li navçeyê, ku xebatên kontra yên dewletê gelekî dihat meşandin, hem li dijî van xebatên kontra hem jî li dijî narkotîk û fûhûşê, têkoşîneke mezin hat destpêkirin. Ciwanan kolan bi kolan dest bi birêxistinkirina gel kirin û ji bo xweparastinê heman piştî vê yekê YPS û YPS Jin ragihandin.

QEDEXEYA KU 6 CARAN HATE RAGIHANDIN, DEWAM DIKE

Li navçeyê, ku komek ji ciwanên rêxistinbûyî bi çekên ferdî kontrol xistin destê xwe, qedexeya derketina derve ya ewilî di 6'ê Îlonê de hat ragihandin. Piştî rojekê, hêzên dewletê hewl dan bikevin nava taxan û ev êrîşa hêzên dewletê di şevekê de hat şikandin. Herî kêm 2 tîmên taybet hatin kuştin. Tîmên taybet ên fêhm kirin nikarin bi pêş ve biçin, neçar man xwe vekişînin. Ji xwe qedexeyê rojekê dewam kiribû. Di navbera 13-14'ê Îlonê de careke din derketina derve hate qedexekirin, lê vê qedexeyê jî tiştek bi dest nexist. Her gava ku qedexe hat ragihandin, hêzên dewletê hewl dan bikevin nava taxan, lê bêyî ku bi kolanekê jî bi pêş ve biçin, hatin şikandin û neçar man xwe vekiînin. Qedexeya din jî, piştî kuştina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi destê polîsan, hat ragihandin. Vê qedexeya di 28'ê Mijdarê de dest pê kir, heta 30'ê mehê dewam kir. Tê destnîşankirin, ku ji bo pêşîgirtina li berhevkirina delîlên li ser kuştina Elçî, ev qedexe hatiye ragihandin û bi vî rengî polîsê kujer hatiye veşartin. Ji xwe têkildarî lêpirsînê ti delîl nehatin komkirin. Piştre li taxên Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglû, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê di 2'ê kanûnê de qedexe hate ragihandin. Qedeya di 11'ê Kanûnê de hat ragihandin, bi 17 saetan navber jê re hat dayîn, lê piştre dewam kir. Di 9'ê Adarê de jî tevî ku hat ragihandin, ku operasyon qediya ne, qedexeyê dewam kir.

TANK Û YEKÎNEYÊN TAYBET LI NAVÇEYÊ HATIN BICIHKIRIN

Bi qedexey adawî re bi hezaran polîs û leşkeran dor li navçeyê girtin. Bi qasî 100 ciwanên ku tenê çekên ferdî di destê wan de hebûn, li serê her kolanê bend danîn, teqemenî lê bi cih kirin û bi vî rengî amade bûn ku êrîşan têk bibin. Bi hezaran kesên li navçeyê diman, malên xwe neterikandin û xwedî li vîna xwe derketin. Hêzên dewletê di rojên destpêkê de bi bombeavêj û maşînên zirxî gule li taxan reşandin. Her êrîş bi rengekî tund hat şikandin. Leşker û polîsên Tirk ku piştî şerê dijwar ê bi hefteyan dewam kir fêhm kirin nikarin bi pêş ve biçin, tank xistin dewrê. Bi tank û topan li bendan xistin, lê ji van bendan her carê bersiva xwe dîtin. Hêzên dewletê ku bi vî rengî jî tiştek bi dest nexistin, vê carê 4 tabûrên ji 'bordo berelî-kumik sor' û tîmên êrîşên yên binê avê (SAT) ku weke yekîneyên taybet ên artêşa Tirk tên binavkirin, şandin Sûrê.

DÎROKEK TINE KIRIN

Dorpêçî û berxwedana bêhempa ya li dijî vê hate nîşandan, gelek mînakên dîrokî jî careke din xist rojevê. Berxwedana Sûrê ya 103 rojan dewam kir, dorpêçiya navdar a 1453 Konstantînopolîs (Stenbol) jî li dû xwe hişt. Li dijî eykîneyên tîmên taybet ên xwedî teknolojiya herî pêşketî, komek ji ciwanan bi rengekî bêhempa li ber xwe didan. Ev yek bû moralek mezin û li deve jî çalakiyên destekkirina berxwedana Sûrê belav bûn. Hêzên dewletê ji bo karibin bikevin nava Sûrê her roj bi tundî êrîş kirin. Di van êrîşan de herî kêm 11 kes hatin kuştin. Hêzên dewletê yên nekarîn vîna gel bişikînin, vê carê dest bi xerakirina cih û avahiyên dîrokî kirin. Ji ber van êrîşan gelek dêr, mizgeft, qesr, hemam ên dîrokî hatin xerakirin û şewitandin. Tinekirina vê dîroka di bin sîwana parastinê ya UNESCO de bû, bi rêya derewan ji aliyê dewletê ve hat înakirin. Lê di dîmenan de bi awayekî zelal dihat dîtin, ku Mizgefta Kûrşûnlû ya 500 salî bi bombeavêjan dihat xerakirin.

BI ÇEKÊN XWE BERSIV DAN BANGÊN JI BO TESLÎMBÛNÊ

Ne topbarna bi tankan, ne jî yekîneyên taybet encam bi dest xistin. Nekarîn bi pêş ve biçin. Ji ber ku kolanên teng ên Sûrê, avantajeke mezin didan ciwanan. Van zarokên vê navçeyê, ku gelekî baş bi van kolanan dizanîbûn, nas dikirin, bi sûîqestê û çalakiyên sabotajê derbên giran li hêzên dewletê didan. Yekîneyên taybet ên ketin nava şoqê, gelek caran bêyî ku mirî û birîndarên xwe rake, neçar diman xwe vekişînin. Avahiyên ku xefik li ber wan hatibûn danîn, dema yekîneyên tîmên taybet dikevin hundirê wan diteqiyan û cenazeyên wan jî bi rojan di binê xirbe de diman. Hêzên dewletê bi rengekî bêçare anonsên 'teslîm bibin' dikirin. Bi çek û dirûşman bersiv ji van bangewaziyan re dihat dayîn.

'HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE'

Ciwanên YPS û YPS Jin ên berxwedan mezin kirin, biryardariya xwe car carna bi mesajên dişandin derve, nîşanî tevahiya cîhanê didan. Di demekê de ku êrîş giran bûbû, di roja 53. a berxwedanê de ji hundir mesajeke bi dîmen ji derve re hate şandin. Di vê mesajê de 3 endamên YPS'yî yên dest bi çek, bi van gotinan biryardariya xwe nîşan didan: "Sûr bi tenê nîne. Niha li gelek bajarên Kurdistanê berxwedan heye. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li Sûrê li ber xwe bidin. Heta ku xaniyek saxlem bimîne, em ê xwe biparêzin. Di asta herî bilind de em ê berxwedana xwe mezin bikin. Di felsefeya me de, di karaktera PKK'ê de, di îdeolojiya Rêber Apo de teslîmiyet nîne, berxwedan heye. Weke milîtanên Rêber Apo, em ê vê berxwedanê mezin bikin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin."

ÊRÎŞÎ SIVÎLAN HATE KIRIN

Bomberdûmana bênavber li navçeyê dihate kirin, li çar aliyên bajêr dihat bihîstin. Piştî demekê êdî ewlekariya jiyanê ya sivîlên li nava navçeyê, ket nava rewşeke xetere. Hem Dayikên Aştiyê yên beriya qedexeyê ketin nava navçeyê, hem jî şêniyên Sûrê ji ber êrîşên giran û dorpêçiyê, ketin rewşeke xetere. Tevî hemû bangewaziyan jî hêzên dewletê navbera nedan qedexeyê, berevajî êrîşên xwe giran kirin. Di nava vê demê de gelek sivîlên birîndar bûn, ji ber ku ambûlans nehat şandin jiyana xwe ji dest dan. Her wiha zarokên li hundir man, li jêrzemînan hatin bicihkirin û bi vî rengî hewl hat dayîn ji êrîşan werin parastin. Li ser zêdebûna nerazîbûnan, roja 19'ê Sibatê beşek ji birîndaran ji navçeya dorpêçkirî hate derxistin û gihîştin ambûlansan. Lê belê 22 sivîlên ji viri hatin derxistin, di destpêkê de bi dijwarî îşkence li wan hate kirin, piştre jî bi îdîaya "têkbirina sîstema destûra bingehîn" û "xerakirina hevgirtin û yekîtiya dewletê" hatin girtin.

HETA FÎŞEKA XWE YA DAWÎ LI BER XWE DAN

Ciwanên berxwedêr bi ya xwe kirin û heta fîşeka dawî şer kirin, ti carî teslîmiyet qebûl nekirin. Mal bi mal têkoşiyan û bedena xwe li dijî êrîşa kirin sîper. Di meha Adarê de ku cebilxaneya ciwanan qediya, bombe û fîşekên xwe yên dawî bi kar anîn. Di 10'ê Adarê de bi senaryoyên şer, 8 cenaze ji navçeyê hatin derxistin. Cenazeyên hatin rakirin birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Li serê hemû cenazeyan şopa fîşekê hebû. Vê yekê nîşan dida ku dewletê îşkence li miriyan jî kiriye. Di 13'ê Adarê de 7 kes ku 3 ji wan birîndar bûn, li avahiya lê bûn bi rêya telefonê li xizmên xwe û wekîlên HDP'yî geriyan. Dilber Bozkûrt diyar kir ku ew di binê xirbe de mane û got, 'dibe ku tenê 5 deqeyên me ma bin'. Piştî ku navên kesên di odê de asê man yek bi yek bilêv kir got, 'Eger tiştek biqewime, bizanibin ku hatine înfazkirin'. Piştî vê axaftinê telefon qut bû û tevî Bozkûrt 7 kes hatin înfazkirin.

408 MIRÎ, 2 TABÛR BIRÎNDAR

Dibe ku berxwedana herî bi heybet a ji nava berxwedanên xwerêveberiyê li Sûrê pêk hat. Di nava 103 rojên berxwedanê de dibe ku berxwedêrên xwerêveberiyê derba herî giran hêzên dewletê xistin. Tevî ku weke 'berxwedan hatiye têkbirin' tê nîşandan jî, berxwedana Sûrê bi şiyara 'Encam çi dibe bila bibe wê dawî bêhempa be' dest pê kiribû. Dewletê îdîa dikir ku wê di nava çend rojan de biqedîne. Lê ev di nava çiravê de çikiya. Di operasyonê de ku leşkerê bi payeya orgeneral bi rê ve dibirin, 408 leşker, polîs, kumik sor û cerdevan hatin kuştin. Bi hezaran leşker û polîs birîndar bûn û li derveyî şer man. Vê bîlançoyê di çapemeniya Tirk de deng veda. Mînak; di rojanmeya netewperestan a bi navê Sozcu de Saygi Ozturk hingî nivîsek nivîsand. Di nivîsê de hat ragihandin, ku GATA ya li Enqereyê ku hêzên dewletê yên li Sûrê birîndar bûn sewqî wê derê dihatin kirin, li nexweşên sivîl hatiye girtin, li servîsên plastîk cerahî û ortopedî cih nema ye û hin servîsên din ji bo birîndaran ahtine valakirin. Hatibû ragihandin ku di van êrîşan de herî kêm 2 tabûr ji hêzên dewletê birîndar bûn.

95 ENDAMÊN YPS/YPS JINÊ JIYANA XWE JI DEST DAN

Hêzên YPS û YPS Jinê bi bedenên xwe yên ciwan li dijî êrîşên hovane sekinîn. 95 endamên YPS/YPS Jinê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên hin ji endamên YPS/YPS Jinê yên di dema şer de jiyana xwe ji dest dan bi rojan li nava kolanan hatin sekinandin û destûr ji malbatan re nehat dayîn ku cenazeyên xwe rakin. Malbatên Mesût Sevîktek, Îsa Oran, Ramazan Ogut û Rozerîn Çûkûr ji bo cenazeyên zarokên xwe rakin, ketin greva birçîbûnê û heta cenaze bi temamî hatin rakirin, berxwedana malbatan dewam kir. Lê belê cenazeyê Hakan Arslan ê hat ragihandin li Sûrê jiyana xwe ji dest daye, tevî ku salek jî di ser re derbas bûye, hê nehatiye dîtin.

SIBE: Şervanên ciwan ên berxwedana Sûrê