Civaka Îslamiya Kurdistan a têkildarî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê daxuyaniyek da got, “Zar û zêç ku tên qetilkirin, em çawa bi rehetî li ser sifreyên fitarê rûdininin? Mirovê herî zêde xwedî wijdan û merhemetê ku divê Misilman û Mûnîn be, li ku derê û kengî we dil û widanê xwe winda kir?”
Civaka Îslamiya Kurdistan diyar kir ku DAIŞ’a dijminê olan û mirovatiyê û destekvanên wan, di meha bereket û rehmetê ya Remezanê de gelê Kurd kiriye nav xwîn û rondikan, zar û zêç, dayik û bavên îxtiyar, mirovên sîvîl ên bê guneh bi hovane qetil kirine û got: “Ey ummeta Muhammed hûn li ku derê ne!
Evqas mirov di meha pîroz de bi awayekî hovane hatin qetilkirin çima ji we dengek dernakeve?
Çima li hember vê zilmê hûn wek îblîsên bêdeng in? An na we dest ji Xwedê û Quranê berda we dewlet, desthilatdarî û nîjadperestiya xwe danî şûna Îslamê û we dînekî nû derxist holê?...
Zar û zêç ku tên qetilkirin, em çawa bi rehetî li ser sifreyên fitarê rûdininin
Mirovê herî zêde xwedî wijdan û merhemetê ku divê Misilman û Mûnîn be, li ku derê û kengî we dil û wijdanê xwe winda kir?”
CÎK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got: “Wek mizgeft, komele, komîte û nûnertî birayên me yên dil dane cemaeta me yên ji bo Xwedê û gelê me yê mazlûm mafê xwe yê Îslamî û însanî bidest bixe dixebitin. Vê komkujiyê telîn bikin! Dengên xwe bilind bikin! … Hin ji me bi dûayên xwe, hin bi meş û şermezarkirinên cuda, bi alîkariyên madî û manewî em xwedî li xwişk û birayên xwe yên Kobanî derkevin.”
Civaka Îslamiya Kurdistan, ji gelê Kurd û malbatan re sebr û ji birîndaran re şifa xwest.