
Romanovîtç da zanîn ku helwesta wan diyar e, ew jî weke Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov û Alîkarê wî Bogdanov re di nav heman helwestan de ne. Romantovîtç destnîşan kir ku pêwîst e Kurd beşdar bibin û bal kişand ku vetokirina Tirkan nayê qebûlkirin. Romanovîtç got ji ber ku Kurdan di van 5 salên kirîza Sûriyeyê de xwe isbat kirine û bi xweparastina xwe ya xweser YPG’ê re jî di vir de li dijî DAIŞ’ê xwedî roleke pir mezin e.
Her wiha Cîgirê Serokê Meclîsê Alxender Romanovîtç da zanîn ku divê berjewendiyên gelê Kurd li ber çavan bên girtin û got: “Em ê ji bo beşdarbûna Kurdan a Cinêvê û tevlîbûna wan a di amadekariyên ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê de jî bixebitin.”
Di dawiya axaftina xwe de Romanovîtç diyar kir ku ew bi hêvîn e şoreşa Rojava wê bigihêje armancên xwe û wiha axivî: “Em wek Partiya ‘Rûsyaya Adil’ ji bo Kurd bigihêjin edaletê dixebitin.”
Nûnerên rojava dan diyakirin ku li Cinêvê du aliyên ku bûne sedema kirîza Sûriyeyê li hev civiyane û ji ber vê jî wê nikaribin ti çareseriyê bi xwe re bînin. Nûneran gotin: “Rejîma Sûriyeyê di van 5 salan de nikarîbû pirsgirêka Sûriyeyê çareser bike û ew bi xwe bû sedemek ji sedemên kirîzê, lewra sîstema navendî nikare çareseriyê bi xwe re bîne, ev bi sîstemeke federal mumkin e. Li ser vî esasî wê Sûriye ji belavbûnê rizgar bibe.”
Nûneran di dewama axafinê de ev got: “Li Rojava nûnerên civakê bi pêkhateyên xwe re civiyan û ji bo rêvebirina herêmên xwe sîstema federal pejirandin. Em dibînin ku tenê bi sîstemeke federal li ser erdnîgariya Sûriyeyê mumkin e karibe piştî ewqas şerî bi hev re bijîn û dewleteke weke Rûsyaya federal mumkin e me baş fêm bike. Ji ber ew di nave sîstemeke wiha de dijî û dizane ku federasyon bi xwe re aramiyê tîne.”