Ceyş El Siwar: Li Şêx Îsa gelek çeteyên El Nûsra hatin kuştin

Ceyş El Siwar da xuyakirin, ku bi dehan çeteyên El Nûsra yên êrîşî çeperên wan ên li nêzî bajarokê Şêx Îsa kirine, hatine kuştin.

Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) daxuyaniyeke nivîskî li lampera xwe ya înternetê weşand.

Daxuyaniya Artêşa Şoreşgeran wiha ye:

"Komên çete yên Cebhet El-Nûsra û alîgirên wê şevê din ji bajaroka Şêx Îsa ya rojhilatê Til Rifat (Arfed) êrîşî çeperên hêzên me yên nêzî wê herêmê kirin. Şervanên Ceyş El-Siwar bi alîkariya YPJ/YPG’ê bersiva êrîşên çeteyan dan û êrîş şikandin.

Di encama vî şerî de şervanekî YPG’ê şehîd bû û 2 şervanên Ceyş El-Siwar jî birîndar bûn. Her wiha hejmarek mezin ji çeteyan hatin kuştin û birîndarkirin. Ji ber ku heya niha şerê demkî hene, hejmara kuştiyên dijmin nehat tespîtkirin.

Em ê li hember êrîşên van koman û topbarana li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin bêdeng nemînin û bersiva hemû êrîşan bidin."