Çeteyên xendek dikolan bûn hedefa YPG’ê

Çeteyên ku di navbera gundên Til Şamîran û Til Nesrî de xendek dikolandin, bûn hedefa şervanên YPG’ê.

Çeteyên ku di navbera gundên Til Şamîran û Til Nesrî de xendek dikolandin, bûn hedefa şervanên YPG’ê.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şervanên YPG’ê di navbera gundên Til Şamîran û Til Nesrî ên başûr rojavayê Til Temir de, li hemberî çeteyên ku xendek dikolan çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiya saet derdora 16.45’an pêk hat de bildozera ku çeteyan bi wê xendek dikolan, hate rûxandin.