Çeteyên SÛK'ê Şêx Meqsûd topbaran dike: 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Çeteyên SÛK’ê Taxa Şêx Meqsûd topbaran dike. Di encama topbaranê de 6 welatiyê sivîl jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar jî hene.

Dema ku welatiyên taxên Rojhilatê bajarê Helebê ji ber şerê di navbera hêzên rêjîma Baas û çeteyên Koalîsyona Nitimanî ya Sûriyeyê (SÛK) de berê xwe didin Taxa Şêx Meqsûd, çeteyên SÛK’ê bi Şêx Meqsûd dan ber topan.. Di encamê de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û hinek kes jî birîndar bûne.

Çeteyên Koalîsyonê ku li Kefer Hemra li bakurê Şêxmeqsûd bi cih dibin saet di 14.45an de bi topn hawanan û roketan dest bi topbaran taxa Şêxmeqsûd kirin. Topbaran bi dijwarî berdewam dike.

Çeteyên SÛK’ê ku li herêma Kefer a li Bakurê Şêx Meqsûdê bi cih bûne ji saet 14:45’an ve bi topên hewan û roketan êrîşî Şêx Meqsûd dike. Topbarana li herêmê bi dijwarî dewam dike.