Çeteyên Qesrê yên nikarin bikevin taxan bi top û fûzeyan êrîş dikin

Çeteyên Qesrê yên nikarin bikevin taxên berxwedanê yên li Şirnexê, bi tank û fûzeyan dest bi êrîşan kirin. Bi taybet di bomberdûmana li ser Taxa Îsmetpaşayê zêde bû de hate dîtin ku Mizgefta Mezîn kirin hedefa fûzeyan.

Çeteyên Qesrê yên nikarin bikevin taxên berxwedanê yên li Şirnexê bi tank, top, obus û fûzeyan li taxan didin.

Bi tanka li Gumuştepeyê hatiye bicihkirin ve ev 4 roj in Taxa Îsmetpaşa ya şerên dijwar lê diqewimin tê topbarandin.

Hate dîtin ku di encama bomberdûmanê de ji Mizgefta Mezin û derdora wê dûmanên reş bilind dibin, li hin malan jî şewat derket. Hate ragihandin ku mizgefta fûze lê ketiye êdî nikare bê bikaranîn.

Li taxa ku êrîşên dijwar li ser hene, şerên dijwar diqewimin.

Her wiha li taxên Gazîpaşa, Cûmhûriyet û Dîcle, her wiha li Qada Omer Kabak jî şerên dijwar pêk tên.

Dîsa hat diyarkirin ku di qatê jor ê avahiya Îdareya Taybet a Bajêr ku di nav taxên Dîcle û Cûmhûriyetê de cih digire û wek biryargeha tîmên taybet tê bikaranîn, şewat derketiye.

Li hember taxên berxwedanê bomberdûmanên bi tank, top, obus û çekên giran didomin.