Çeteyên Qesrê yên nikarin bi berxwedanê, bênavbera bombeyan li Şirnexê dibarînin
Li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê yên Şirnexê, şerekî giran diqewime. Ev 12 saetn tax bênavber bi obusan tên bombekirin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket.
Li taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê yên Şirnexê, şerekî giran diqewime. Ev 12 saetn tax bênavber bi obusan tên bombekirin. Ji ber bomberdûmanê şewat bi gelek xaniyan ket.
Li Şirnexê, ku berxwedana li dijî êrîşên çeteyên Qesrê di roja 42. de ye, duh êvarê taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê bi obusan hatin bombekirin. Tevî bomberdûmanê çeteyên Qesrê hewl dan bikevin nava taxa Îsmetpaşa. Di navbera çeteyên Qesrê û endamên YPS/YPS Jinê de li vir şer derket û 2 tîmên taybet hatin kuştin. Piştî vê derbê, çeteyên Qesrê li şûna xwe ya berê vegeriyan û ji nû ve dest bi bomberdûmanê kirin.
Ji ber bomberdûmana ku tevahiya şevê dewam kir, gelek xaniyên li taxa Îsmetpayaşê şewitîn. Şewata li xaniyan dewam dike û destûr nayê dayîn ku arkuj şewatê vemirînin.
Danê sibehê li jorê taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê, di navbera hêzên rejîmê û endamên YPS/YPS Jinê de şerekî dijwar destpê kir. Bomberdûman û şer dewam dikin.
Di vê navberê de ji 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor û Nexweşxaneya Dewletê gelek ambûlans sewqî herêmên şer hatin kirin. Li ser kuştî û birîndaran agahî nehat ibdestxistin.
Wekî din, ji duh bi şev û vir ve balafirên keşfê yên bêmirov li ser bajêr digerin. Gelek helîkopterên ji 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor rabûn jî li ser çiyayên Cûdî û Gabar bi nizmî difirin.