Çeteyên Qesrê Wekîla HDP’î bi çekan tehdîd kir!
Polîsan berê çekan dan parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran ya ji ser Perîscopeyê şerên li Şirnexê li ser medyaya civakî parve kir, wiha gef lê xwarin: “Ez te careke din hişyar nakin!”
Polîsan berê çekan dan parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran ya ji ser Perîscopeyê şerên li Şirnexê li ser medyaya civakî parve kir, wiha gef lê xwarin: “Ez te careke din hişyar nakin!”
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê di roja 20’emîn de dewam dike, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran şerên li taxên Bahçelîevler û Yenîmahalleyê bi Perîscopeyê li ser hesabê xwe ya tevna civakî parve dikir, di dema tomarkirinê de polîsekî tîmên taybet berê çekan danê û ew tehdît kirin.
Sekvanê li avahiya beranberî Başaran hatiye bicihkirin wiha ger lê xwar: “Ez te careke din hişyar nakim, bikeve hundir!”
Ev tehdîdên sekvanê ku li avahiya ala Tirkan hatiye kişandin hatiye bicihkirin kêlî bi kêlî hatin qeydkirin.
Tevî tê zanîn wekîlên HDP’ê li avahiyê ne jî pir balkêş e ku polîsên tîmên taybet wisa gefan dixwin.