Çeteyên Qesrê nahêlin agir bê vemirandin

Li otogara Şirnexê ya ku duh çeteyên Qesrê dan ber agir û wesayîtên şaredariyê jî lê hene, şewat didome, destwerdana agirkujan têne astengkirin.

Li otogara Şirnexê ya ku duh çeteyên Qesrê dan ber agir û wesayîtên şaredariyê jî lê hene, şewat didome, destwerdana agirkujan têne astengkirin.

Çeteyên Qesrê yên êrîşên xwe li ser Taxên Cûmhûriyet, Yenî , Aydinlikevlerê zêde kirine, rastî berxwedana xur a hêzên YPS/YPS-JIN’ê tên.

Li taxên Gundogdû û Vakifkentê jî tîmên taybet bi ser malan de digirin.

Hate dîtin ku gelek ambûlansên sewqî taxan hatin kirin, vegeriyan 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan.

Hate diyarkirin ku helîkopterên ji Fermandariya Tumenê û Fermandariya Tûgaya Çakirsogutê difirin jî nizm difirin.