Çeteyên Qesrê li Silopiyayê xaniyan xera dikin

Li Silopiyayê terora dewletê di roja 10. de ye. Piştî ku biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' hat dayîn, li taxên Barbaros û Başakê bi maşînên kar û bi teqemeniyan xanî tên xerakirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di êrîşên qirkirinê yên di 14’ê Kanûna 2015’an de hatin îlan kirin û 37 rojan domandin, di êrîşên hêzên dewletê de 29 welatî jiyana xwe ji dest dan. Êrîş û dorpêça hêzên dewletê piştî 37 rojên bi qedexeya demî re berdewam kir. Di êrîşên qîrkirinê yên 37 rojan de bi hezaran avahî hatin texrîbkirin û rûxandin. Piştî destpêkirina qedexeya demî polîtîkayên taybet yên hikûmeta AKP’ê ketin meriyetê û 8 taxên navçeyê wek 'herema xetere' hatin îlan kirin û piştre bi biryara Desteya Wezîran li hemberî bajêr 'îstîmlaqirina lezgîn' dest pê kir û bi vê re jî hilweşandina lezgînî destpê kirin. Li taxên Başak û Barbarosê di çarçevoya biryara 'îstîmlaqirina lezgîn' de bi wesayîtên zirxî dest bi hilweşandina sedan avahiyî kirin.

Hêzên YPS/YPS-JIN’ê di 4’ê Nîsanê de li dijî dibistana ku bi biryara 'îstîmlaqirina lezgîn' dema ew vediguherandin qereqolê çalakiyek li dar xistin û piştî çalakiyê êrîşên qîrkirinê bi îlan kirina qedexeya derketina kolanan ji nû ve destpê kir. Bi îlankirina qedexeyê re sewqiyeta tank û cebilxaneya leşkerî jî pêk hat.

Hêzên dewletê yên nikarin têkevin taxên Başak û Barbarosê ji dûr ve tax topebaran kirin. Di encama topbarana hêzên dewletê de zaroka bi navê Esra Şalk a 2 salî, Zûlfiye Şalk (70), Behiye Erener (45), Rahîme Sanir (16) û ji malbata Tongûç Muhyettîn, Ahmet, Îsa û Sadettîn Tongûç jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya Kordînasyona Giştî ya YPS’ê de jî hat ragihandin ku şerê  li navçeya Silopiyayê yên di 4’ê Nîsanê de 5 endamên YPS/YPS-JIN’ê jiyana xwe ji dest dane.

Piştî şerê 4'ê Nîsanê di çarçevoya biryara 'îstîmlakqrina lezgîn' de ji aliyê hêzên dewletê ve li hundirê avahiyan bombe hatin bicîhkirin û avahiyên li bajêr hatin hilweşandin. Hêzên dewletê bi maşînên zirxî li pêşiya taxên Başak û Barbarosê dest bi xera kirina avahiyan kirin. Niştecihên taxan bi darê zorê ji malên xwe hatin derxistin û hêzên dewletê destûr nedan ku alavên xwe û cil û bergên xwe jî bi xwe re bibin. Her wiha avahiyên li derdora Dibistana Yavûz Selîm a li Taxa Barbaros ku wê bibe qereqol jî tên hilweşandin. 

Li navçeyê qedexeya derketina devre bi hilweşandin û herifandina avahiyan di roja 10. de didome.