Çeteyên Qesrê li Nisêbînê malên parêzeran wek biryargeh bi kar tînin
Li Nisêbînê çeteyên Qesrê buroyan parêzeran texrîp kirin, malên hin parêzeran jî wek biryargeh bi kar tînin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di roja 42’yemîn a êrîşên qirkirinê de şerên dijwar diqewimin, hêzên dewletê yên di êrîşên qirkirinê cih digirin jî talankirina malên û kargehên gel didomînin. Buroyên parêzerên endamên MHD’ê ji aliyê hêzên dewletê hatin texrîpkirin. Hêzên dewleta Tirk deriyên buroyan bi balyozan şkandin, alavên hundir bêkêr kirin, dosyayên dozan ên parêzeran jî belav kirin.
Hêzên dewleta Tirk tenê bi vê ve têr neman, malên hin parêzeran ên ku kes tê de tine jî wek biryargehê bi kar tînin.
Hevseroka Şaxa Mêrdînê ya MHD’ê diyar kir ku wê têkîldarî mijarê pêvajoyek hiqûqî bide destpêkirin.