Çeteyên Qesrê li Nisêbînê mal û kargehan dişewitînin

Li Nisêbînê, ku êrîşên ji bo qirkirinê û berxwedana xwerêveberiyê lê dewam dike, şerekî dijwar diqewime. Çeteyên Qesrê gelek mal û kargeh şewitandin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, êrîşên ji bo qirkirinê û berxwedana xwerêveberiyê dir oja 48. de ye. Taxên Zeynelabîdîn, Dîcle, Kişla û Yenîşehîrê di hedefa êrîşên giran de ne. Tankên li ser rêya Îpekê û sînorê Qamişlo-Nisêbînê bi cih bûne jî, topan li taxan dibarînin. Bi taybetî maşînên zirxî yên li derdora Lîseya Emîre Gozu û nexweşxaneya berê bi cih bûne, bi çekên giran guleyan li taxan direşînin.

Li ser bersiva endamên YPS û YPS Jinê tevahiya şevê şer qewimî. Li Kişla, Kanîka (Zeynelabîdîn), Xeraja Qoserê ya Berê, Pira Ahmet Kaya û Sûka Qaçaxçiyan, gelek xanî û kargehan xisareke giran a madî dîtin.