Çeteyên Qesrê li Geverê bi hezaran mal hilweşandin
Çeteyên Qesrê li Geverê gelek avahî bi bomberdûmanê û bi wesayîtên kar ve hilweşandin.
Çeteyên Qesrê li Geverê gelek avahî bi bomberdûmanê û bi wesayîtên kar ve hilweşandin.
Operasyonên qirkirinê yên li navçeya Gever a Colemergê di roja 43’mîn de didome. Li Taxên Eskî Kişla, Orman, Dize û Mezarlikê Çeteyên Qesrê bi bomberdûman û bi wesayîtên kar ve bi hezaran avahî hilweşandin. Di van hefteyên dawî de li taxên Cûmhûriyet, Gungor û Esentepe, derdorê Sanayî û gundê Mexsûdava şer giran bûye.
Çeteyên Qesrê di bin nave ‘lêgerîn û lêkolînê’ de li taxa Esentepeyê diziyê dikin.
Çeteyên Qesrê di gelek malan de xwe bi cih kirine û di van malan de çi hebe jî didizin.