Çeteyên ku windahiyên mezin dan direvin

Danê sibehê çeteyên SÛK’ê êrîşî çeperên YPG û Ceyş El-Siwar ên li Til Rifat û Biradayê kirin û şer derketin. Hate hînbûn ku çeteyên bi dehan windahî dane ji herêma şer direvin.

Danê sibehê çeteyên SÛK’ê êrîşî çeperên YPG û Ceyş El-Siwar ên li Til Rifat û Biradayê kirin û şer derketin. Hate hînbûn ku çeteyên bi dehan windahî dane ji herêma şer direvin.

Çeteyên qaşo Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (SÛK) ên dûvikên AKP’ê ne, saet 09.55’an ji çeperên xwe yên li Şêx Îsa êrîşî çeperên şervanên YPS û Ceyş El-Siwar ên li Til Rifat û Birad a li gundê Eyn Deqnê kirin. Di şerên bi bersivdayina şervanên YPG/YPJ û Ceyş El-Siwarê qewimîn de tê gotin ku bi dehan çete hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Her wiha danê nîvro jî şervanên YPG û Ceyş El-Siwarê panzereke çeteyan îmha kiribûn.

Li gor çavkaniyên herêmî, çeteyên ji şervanên YPG û Ceyş El-Siwarê derbeyên giran dixwin, hewl didin birevin.