Çeteyên DAIŞ'ê li Hesekê mayinan bicih dikin
Li Hesekê şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dike. Hat ragihandin ku çete li herêmên ji rejîmê stendiye, mayînan bicih dikin.
Li Hesekê şerê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de dewam dike. Hat ragihandin ku çete li herêmên ji rejîmê stendiye, mayînan bicih dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, li bûlwara Neşwa ya li taxa Neşwa çete li nava malan û kêleka rê mayînan bicih dikin. Hat ragihand ku ji ber mayînên çeteyan ên li malên sivîlan hatine bicihkirin, hin mayînan jiyana xwe ji dest dane.
Tê gotin ku ji danê nîvro û vir ve li bajêr bêdengî heye. Hat ragihandin ku danê sibehê li hemberî du nuqteyên çeteyan ên li Newşa Xerbî ji hewayê bombebaran hatiye kirin.