Çeteyên DAIŞ`ê El Raî radestî çeteyên alîgirê Erdogan kirin

Çeteyên DAIŞ’ê bajaroka El Raî ya li herêma Şehba radestî komên çete yên girêdayî SÛK’ê kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên li herêma Şehbayê ragihandine, çeteyên DAIŞ’ê saet di 15.00’an de bajaroka El Raî ku 4 kîlomereyan nêzî sînorê Tirkiyeyê ye, radestî komên wekî Sultan Murat, Tûgaya Hemze, Tabûra 99 a girêdayî ENKS`ê, Cebhe Şemiye, Sultan Mihemed Fatih û Kombûna Festeqêm Keme Emirt kirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ`ê saet di 15.00’an de dest bi vekişandina hêzên xwe kirine û komên din li bajarokê bi cîh bûne.