Çeteyan li gundên Elewiyan komkujî pêk anîn
Hat îdîakirin ku çeteyên El Nûsra yên girtin ser gundê Îştebrak ê Elewiyan ku li sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye 35 kes qetil kirine.

Hat diyarkirin ku di êrîşên Eniya El Nûsra ya li herêmên bakurê Sûriyeyê bandora xwe zêde kir, li hember gelê sivîl didomin. Di du êrîşên li bajarê Îdlîb ê li bakurê welêt herî kêm 69 kes mirine. Televîzyona Lubnanî El Meyadîn, diyar kir ku çeteyên El Nûsra ya baskê El Qaîde ya Sûriyeyê ye girtine ser gundê Elewiyan ê bi navê Îştebrak, 35 kes qetil kirine. Tê ragihandin ku koma çete ya Muhacirun ve’l Ensar a ji Çeçenan pêk tê jî tevlî êrîşê bûye. Çavkaniyên cuda yên ji herêmê diyar dikin ku hejmara miriyan ji sedî zêdetir e û malên gel tê talankirin.