Çeteyan êrîşî Şêxmeqsûd kirin: 10 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyiyeyê û ENKS'ê êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin û 10 sivîl qetil kirin.
Çeteyên qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyiyeyê û ENKS'ê êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kirin û 10 sivîl qetil kirin.
Di êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê de hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 10 kesan. Tê gotin, di binê xirbeyên avahiyên ji ber êrîşan hatine hilweşandin jî bi dehan sivîl hene.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd bi dijwarî dewam dikin. Hejmara mirovên ji ber van êrîşan jiyana xwe ji dest dan derket 10 kesan. 17 kes jî birîndar in. Tê gotin hînê bi dehan sivîl di binê xirbeyên avahiyan de man e.
Êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê û ENKS'ê yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd dewam dikin.