Çeteyan êrîşî gundê Medîbanê kirin, şer dewam dikin
Çeteyên DAIŞ’ê ji du milan ve êrîşî gundê Medîbanê kirin. Şervanên YBŞ/YJŞ’ê bi awayekî mezin êrîş şkandin, gelek çete hatin kuştin.
Çeteyên DAIŞ’ê ji du milan ve êrîşî gundê Medîbanê kirin. Şervanên YBŞ/YJŞ’ê bi awayekî mezin êrîş şkandin, gelek çete hatin kuştin.
Di çarçoveya operasyona paqijkirina derdora Mûsilê de gundê Medîbanê yê hatibû rizgarkirin ji du milan rastî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hat. Şervanên YBŞ/YJŞ’ê di demê de bersiv dan van êrîşan.
Li gor agahiyên nûçegîhanê me, êrîş di astek mezin de hatiye şkandin, gelek çete hatine kuştin.
Şervanên YBŞ/YJŞ’ê wesayîtek Hammer a bombebarkirî îmha kirin, wesayîtek Hammer a doçka li ser jî hate desteserkirin.
Hate ragihandin ku şer cih bi cih dewam dike.