Çeteyan DAÎŞ’ê Til Semin topbaran kirin: 9 birîndar hene
Di encama topbarana çeteyên DAIŞ’ê de ku li dijî bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê pêk anî, 9 sivîl birîndar bûn.
Di encama topbarana çeteyên DAIŞ’ê de ku li dijî bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê pêk anî, 9 sivîl birîndar bûn.
Çeteyên DAIŞ’ê bajarokê Til Semin ê ku 26 kîlometreyan dikeve bakurê Reqayê topbaran kirin. Di encama topbaranê de jin û zarok jî di nav de, 9 sivîl birîndar bûn.
Şervanên QSD’ê birîndarên sivîl rakirin nexweşxaneya bajarê Kobanê û niha li wir tên dermankirin.
Çavkaniyên ji nexweşxaneyê ragihandin ku rewşa birîndaran aram e.
Bajaroka Til Semin di 19’ê Mijdarê de ji çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin.