BI DÎMEN

Çeteya Serheng Ûgûr, dema fîdye nehat Hidir Ozturk kuşt

Çeteyên ser bi Serheng Ûgûr, ajokarê qemyonê Hidir Ozturk revandin û ji malbata wî xwestin 10 hezar Markî bide wan. Lê malbatê nekarî vî pereyî peyda bike û Ozturk hate kuştin. Malbata Ozturk dixwaze Serheng Ûgûr û çeteya wî bên cezakirin.

Fermandarê Jendermeyên Tirk ên li Qoserê Serheng Hasan Atîlla Ûgûr, di salên 90'î de li Mêrdîn û bajarên derdora wê, bi rengekî 'kiryar nediyar' gelek mirov kuşt, revand û îşkence kir. Serheng Ûgûr û çeteya wî qîma xwe bi vê jî nanîn û ji malbatên kesên revandin xwestin, fîdyeyê bidin wan. Li gundê Kurwune yê Qoserê, di sala 1994'an de ajokarê qemyonê Hidir Ozturk revandin û ji malbata Ozturk xwestin, fîdyeyê bidin. Lê belê malbatê nekarî vê fîdyeyê peyda bike û koma çete rabû Ozturk kuşt. Pismamê Ozturk Celal Ozturk bûyerên di wê demê de qewimîn ji ANF'ê re vegot.

'DERÎ ŞIKANDIN Û HIDIR REVANDIN'

Pismam Ozturk anî ziman ew û Hidir cîranên hev bûn û di êvareke Çileya 1994'an saet di 19:00 de leşkerên rûyê wan bi maske girtî bû, avêtin ser malê. Ozturk da xuyakirin, ku yên avêtin ser malê tîma Serheng Atîlla Ûgûr bû û ew ji malê girtine û piştre jê re gotine, dixwazin biçin mala pismamê wî Hidir Ozturk. Ozturk diyar kir wî cihê mala Hidir ji leşkeran re negotiye û hewl daye ji destê leşkeran bireve, lê belê bi ser neketiye. Ozturk got, "Di vê demê de qemyona Hidir li ber derî bû. Ji ber ku timî Hidir dişopandin, qemyona wî nas kirin û bi vî awayî xanî tespît kirin. Derî şikandin, ketin hundir û tevî Hidir birayê wî Bekîr jî bi xwe re birin."

'10 HEZAR MARK XWESTIN, DEMA KU MALBATÊ NEKARÎ BIDE, EW KUŞTIN'

Ozturk anî ziman ku birayê Hidir Bekîr piştî demekê hate berdan û dema vegeriya gund, diyar kir ku Hidir di destê wan de ma ye. Ozturk got, "Bekîr berdan û jê re gotin, 'Biçe ji malbata xwe re bêje bila 10 hezar Markî amade bike. Pereyan ji me re bîne ku em jî birayê te berdin'."

Ozturk ragihand, wan nema zanîbûn çi bikin û nekarîbûn hema di wê şevê de fîdyeyê peyda bike. Ozturk diyar kir, ew heta ber destê sibehê sekinîne û got, "Lê belê çeteya Serheng Ûgûr, ji ber ku di êvara heman rojê de fîdye nehat dayîn, danê sibehê Hidir kuştin."

'DIVÊ SERHENG ÛGÛR Û ÇETEYA WÎ BÊ CEZAKIRIN'

Ozturk da zanîn, danê sibehê ji Qereqola Jendermeyan a Qoserê bang li wan hatiye kirin û li vê derê hîn bûne ku pismamê wî hatiye kuştin. Ozturk da xuyakirin, ku jendermeyan ji wan re gotine wan li ser rêya Alîbeykoy a Qoserê cenazeyek dîtine û ew cenaze yê Hidir Ozturk e.

Pismam Ozturk destnîşan kir ku di vê Serheng Ûgûr û çeteya wî ji sedî sed bê cezakirin, ku ev koma çete ji kuşt, revandin û organîzasyonên qirêj ên li herêmê berpirsyar e.