Çete li xwe mikur hatin ku li Şêxmeqsûd çeka kîmyewî bi kar anîne

Koma çete ya bi navê 'Artêşa Îslamê', li xwe mikur hat ku li hemberî Kurdên li taxa Şêxmeqsûdê dijîn çeka qedexekirî bi kar anîne.

Koma çete ya bi navê Artêşa Îslamê (Ceyş ul Îslam) a ji aliyê Erebîstana Siûdî ve tê birêvebirin, bi daxuyaniyekê ragihand ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li hemberî Kurdan çeka qedexekirî bi kar anîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di dema şer de lîderê tûgaya Ceyş ul Îslam, di şerê bi vî rengî de çeka qedexekirî bi kar anî."

YPG'ê, rojnamevanên xwecihî û Heyva Sor a Kurd dabûn xuyakirin, ku çeteyan gaza bi jehr avêtine taxê.