Cenazeyên şervanên YPG/YPJ’ê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG'ê Axîn Ruha, Çekdar û şervana YPJ'ê Zelal Amanos ên di Hemleya Rûbar Qamişlo li Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan li navçeyên Rihayê bi tevlîbûna dehhezaran kesan hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Mustafa Çelîk (Axîn Ruha) û Beytullah Ozkan (Çekdar) û cenazeyê şervana YPJ'ê Salîha Sert (Zelal Amanos) ên di Hemleya Rûbar Qamişlo ya li rojavayê Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan li navçeyên Rihayê bi tevlîbûna dehhezaran kesan hatin definkirin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Mustafa Çelîk (Axîn Ruha) û Beytullah Ozkan (Çekdar) û cenazeyê şervana YPJ'ê Salîha Sert (Zelal Amanos) ên di operasyonên di çarçoveya hemleya "Komutan Rûbar Qamişlo" de jiyana xwe ji dest dan piştî karên otopsiyê yên li Silopiyayê anîn Rihayê û li navçeyên Wêranşar, Siwêreg û Serêkaniyê hatin definkirin.

CENAZEYÊ ŞERVANA YPJ'Ê SERT LI WÊRANŞARÊ HATE DEFINKIRIN

Cenazeyê Şervana YPJ'ê Salîha Sert (Zelal Amanos) a li gundê Mebruka yê Serêkaniyê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Silopiyayê hate wergirtin û bi konvoyeke qelebalix anîn Wêranşarê. Di ketina navçeyê de cenazeyê Sert ji aliyê welatiyan ve hate wergirtin û dest bi meşê kirin. Parlamentera Rihayê Leyla Guven, rêveberên HDP û DBP'ê, hevşaredar tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin" û "Ocalan" hatin berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Sert li Goristana Şaredariyê hate definkirin.

Piştî karên definkirinê Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol axivî û wiha got: "Têkoşîna wan em anîn van rojan. Çiqas em bixebitin em berdêlên wan dane bi cih naynin." Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven jî 10 cenazeyên anîn Silopiyayê bibîr xist û wiha got: "Li bajarên Kurdistanê yên cuda 10 ciwan tên definkirin. 3 şehîdên me li Rihayê tên definkirin. Serê gelê me sax be."

Dayika Şervana YPJ'ê Sert Nofa Sert jî wiha got: "Ew keça min e lê şehîda hemû Kurdistanê ye."

Hate ragihandin ku sersaxiyên Sert wê li navçeya Dortyolê ya Hatayê bên qebûlkirin.

CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG'Ê OZKAN LI SERÊKANİYÊ HATE DEFINKIRIN

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Beytullah Ozkan (Çekdar Serêkaniyê) ê 3'yê Hezîranê ji bo wesayîta bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Koxa El Dibisê çalakiya fedayî li dar xist û jiyana xwe ji dest da li Serêkaniya hate definkirin. Cenazeyê Ozkan li herêma Kepez ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin û anîn Taxa Mevlana. Piştre cenazeyê Ozkan bi dirûşmên "Rojava wê ji DAIŞ'ê re bibe gor", "Ey şehîd Xwîna te li erdê namine", "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" birin goristana navçeyê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Ozkan hate definkirin.

Piştî karên definkirinê Rêveberê MEYA-DER'ê Bîlal Delîktaş axivî û diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dan pêşiya gelê Kurd ronî kirin. Hevserokê DBP'ê yê navçeyê Îsmaîl Kaplan bal kişand ser provokasyonên li Amedê dixwazin pêk bînin.

Piştî merasîma cenaze girse bi meşê heya ber Mala Şînê ya Taxa Aştiyê meşiya.

CENAZEYÊ ŞERVANÊ YPG'Ê ÇELÎK LI ŞÊXULÎ HATE DEFINKIRIN

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mustafa Çelîk (Axîn Ruha) li Petrola Ayvanat bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bijî serok Apo" hate pêşwazîkirin. Konvoya cenaze li Taxa Karacadagê bi tîlîliyan hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Çelîk li ketina gundê Şêxulî ji aliyê welatiyên gund ve hate pêşwazîkirin û birin mizgefta gund. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Çelîk ji aliyê girseyê ve ber bi goristanê ve bi meşê birin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Çelîk, alên YPG/YPJ, KCK û PKK'ê hatin hilgirtin û dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erde namîne", "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Cenazeyê Çelîk li goristanê bi dûayan hate definkirin.

Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYA-DER'ê Mahmut Buyukkaya axaftinek kir kir û sersaxî ji malbatê re xwest. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Ziya Çalişkan jî got gelê Kurd bi saya ciwanan hate vê astê.

Sersaxiyên Çelîk li Taxa Dîcle ya navçeya Siwêregê tên qebûlkirin.