Cenazeyên şervanên YPG’ê Altintaş û Çîvî anîn Amedê

Cenazeyê du şervanên YPG’ê yên di operasyonên li Kobanê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin lidarxistin de jiyana xwe ji dest dan, anîn Amedê.

Cenazeyê du şervanên YPG’ê yên ku di operasyonên li Kobanê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatin lidarxistin de jiyana xwe ji dest dan, anîn Amedê.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Cahît Altintaş (Êrîş Delîl Xerzan) û Salih Çîvî (Navdar Colemêrg) ên ku di operasyona YPG’ê ya li gundê Çelebî yê Kobanê dabûn destpêkirin de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê malbatên wan û rêveberên MEYA-DER’ê ve hatin wergirtin. Piştî karûbarên otopsiyê yên li Rihayê pêk hatin, cenaze anîn Amedê. Karwanê cenaze li gel Ava Petrol a li ser rêya Riha-Amedê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêwazîkirin. Girseyê dirûşm gotin û ji vir bi karwanekî nêzî sed wesayîtan, ber bi Goristana Yenîkoy a Amedê ve bi rê ket.

Beriya bigihin goristanê, girseyê darbestên her du şervanên YPG’ê danîn ser milê xwe û ber bi goristanê ve meşiyan. Piştî cenaze li morga goristanê hatin danîn sirûda, Çerxa Şoreşê hate gotin û rêz hate girtin.

Hate zanîn ku wê cenazeyê şervanê YPG’ê Cahît Altintaş bibin gundê Miryanis ê Bedlîsê û yê şervanê YPG’ê Salih Çîvî jî bibin Colemêrgê.