Cenazeyên şervanê YPG’ê Eren û Katar ber bi Amedê ve hatin rêkirin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Yusuf Eren (Sekvan Çiya) û Nafîs Katar (Rotînda Amed) ên di operasyonên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan ber bi Amedê ve hatin rêkirin.

Rayedarên Kantona Kobanê cenazeyê şervanên YPG’ê Yusuf Eren (Sekvan Çiya) ê hefteya buhrî di operasyona li hember çeteyên DAIŞ’ê birîndar bibû, vê sibehê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê Nafîs Katar (Rotînda Amed) ê duh sibehê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re radestî malbat û rayedarên MEYADER kirin. Cenazeyên anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûs ji vir jî anîn Rihayê. Cenazeyên Eren û Katar li ser rê li Taxa Alîgor ji aliyê hezaran welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.
Cenaze bi dirûşmên, "Şehîd namirin", "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Bijî Serok Apo" şandin Rihayê. Piştî kar û barên otopsiyê cenaze bi dirûşmên, "Bijî berxwedana YPJ/YPG'ê" û "Şehîd namirin" hatin wergirtin û ber bi Amedê ve hatin rêkirin.
Hat ragihandin ku wê cenazeyên şervanên YPG’ê Eren û Katar sibe li Goristana Yenîkoy bên defnkirin.