Cenazeyên Selvî û Alan ên YPJ'yî anî Pirsûsê
Cenazeyê şervanên YPJ'ê Şeyma Selvî (Bêrîtan Axîn) û Mizgîn Alan (Nefel Basret) ên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan, anîn Pirsûsê.

Cenazeyên şervanên YPJ'ê Şeyma Selvî (Bêrîtan Axîn) û Mizgîn Alan (Nefel Basret) ên di 27'ê Sibatê de li gundê Bexdikê li rojhilatê Kobanê jiyana xwe ji dest dan, ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji aliyê rêveberên MEYADER'ê û malbatê ve teslîm hatin girtin. Cenazeyê YPJ'yiyan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenaze li vê derê ji aliyê girseyeke qelebalix ve bi dirûşmên "Şehîd Namirin" hat pêşwazîkirin. Li dû kar û barên li vê derê wê cenazeyan bişînin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û ji vir jî ber bi Amedê ve werin şandin.
Ji Amedê jî wê cenaze ber bi warên wan ve werin birêkirin û cenazeyê Selvî li navçeya Mûş Kopê, yê Alan jî li navçeya Sêrt Dihê were veşartin.