Cenazeyên Hayme ya YPJ'yî û Ataş ê YPG'yî hatin veşartin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Şîlan Hayme (Hêdar Meyaser) û Mensûr Ataş (Êrîş Argeş) ê YPG'yî bi measîmên girseyî hatin veşartin.

Cenazeyên şervana YPJ'ê Şîlan Hayme (Hêdar Meyaser) û Mensûr Ataş (Êrîş Argeş) ê YPG'yî bi measîmên girseyî hatin veşartin.

Cenazeyê şervana YPJ'ê Şîlan Hayme (Hêdar Meyaser) a ku di operasyona ji bo azadkirina Çiyayê Kizwanan ê li Rojavayê Kurdistanê de li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Amedê hate veşartin. 

Cenazeyê Hayma piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopî ber bi Amedê ve hate oxirkirin. Konvoya cenaze li ser rêya Bîsmîlê ji aliyê bi sedan kesêı ve hate pêşwazîkirin û anîn Amedê. 

Konvoya cenaze li nêzî Goristana Yenîkoyê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê jinan derbesta Hayme hilgirtin ser milan û bi dirûşmeyên "Kujer DAIŞ hevkar AKP" û "Şehîd namirin" ber bi cihê lê bê definkirin birin. Cenazeyê Hayme piştî nimêja cenaze ji aliyê jinan ve bi tilîliyan hat definkirin.

Piştî karên definkirinê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Mehmet Akar axivî û sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku zarokên gelê kurd ji bo azadiyê bi lehengî canê xwe feda dikin.

Apê Şervana YPJ'ê Hayme Şafî Hayme jî spasî li hemû kesê tevlî merasîma cenaz bûn kir û wiha got: "Helbet azadî bi hêsanî bi dest nakeve. Azadî ancax bi berdêlên mezin pêk bê. Serê hemû gelê Kurdistanê sax be."

Piştî merasîmê welatiyan li mala şînê malbat ziyaret kir û sersaxî xwest.

CENAZEYÊ ATAŞ LI FARQÎNÊ HAT VEŞARTIN

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mensûr Ataş (Êrîş Argeş) ê ku li Hesekê di şerê dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Farqînê ya Amedê bi tevlîbûna hezaran kesan hat definkirin. Cenazeyê Ataş piştî karên otopiyê ji Sîlopî anîn Farqînê. Cenazeyê Ataş li Qada Azîzoglû hate pêşwazîkirin û piştre bi meşê birin Mizgefta Tekel. Piştî wecîbeyên olî cenaze careke din bi meşê ber bi goristanê ve birin. Di meşê de dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin berzkirin û piştî meşê hat definkirin. Piştî rêzgirtin û xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle axivî û got: "Heya dilopa dawî ya xwîna xwe em wê ala Şehîd Êrîş û hevrêyên wî hilgirin û têkoşîna wan bilind bikin."

Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier jî bal kişand ser êrîşên li hemberî gelê Kurd û wiha got: "Dixwazin gelê kurd bikujin, lê bila baş bizanin ku gelê Kurd ji bo azadiyê wê heta dawiyê li ber xwe bide."

Bavê Ataş Hasan Ataş jî sersaxî ji gelê Kurd re xwest û got, "Kurê min şehîdê Kurdistanê ye." Piştre girse ji goristanê çû Mala Şînê ya Tekelê.