Cenazeyên Guneç û Menafoglû hatin teşxîskirin

Cenazeyên Nadîr Guneç (Bawer Pîr) û Seracettîn Menafoglû (Çawreş Gever) ên li Saziya Tiba Edlî ya Erziromê ji aliyê malbatan hatin teşxîskirin.

Cenazeyên Nadîr Guneç (Bawer Pîr) û Seracettîn Menafoglû (Çawreş Gever) ên li Saziya Tiba Edlî ya Erziromê ji aliyê malbatan hatin teşxîskirin.

Cenazeyên şervanên YPS’ê Nadîr Guneç (Bawer Pîr) û Seracettîn Menafoglû (Çawreş Gever) ku di berxwedana xwerêveberiyê ya li Geverê jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê rakiribûn Saziya Tiba Edlî ya Erziromê.  Cenaze ji aliyê malbatan hatin teşxîskirin û malbatan diyar kirin ku wê cenazeyên zarokên xwe li Geverê defin bikin.

Cenazeyê Nadîr Guneç wê li gundê Sekiran, cenazeyê Seracettîn Menafoglû jî wê li gundê Tilora ber bi bi rêwîtiya dawî bêne oxirkirin.

Li morga Saziya Tiba Edlî li gel 3 cenazeyên ji Pîlemûrî ya Dêrsimê ve, 47 cenaze hene.