Cenazeyên gêrîla Şervan Fîdanten (Navdar Çiya) û Rohat Sîrek ji aliyê malbatan ve ji morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatin wergirtin û ber bi bajarên wan ve derxistin rê.
Cenazeyê gêrîlayên HPG'ê Şervan Fîdanten (Navdar Çiya) yê ku di 22'ê mijdarê de li gundê Fîs ê navçeya Lîce ya Amedê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê gêrîla Rohat Sîrek ê ku di 24'ê mijdarê de li gundê Dara Henê ya Çewlîkê jiyana xwe ji dest da, biribûn morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
Malbatên ji bo cenazeyan teşhîs bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dan li gel malbatan cenaze teşhîs kirin disa jî cenaze wernegirtibûn. Hatibû ragihandin ku, polîsên Midûriyeta Polîsan ya Meletiyê bi hinceta "Dê di 27'ê mijdarê de di salvegera damezirandina PKK'ê de çalakî pêk bên" dayîna cenazeyan astengkiribûn. Rêveberên MEYA-DER'ê û malbatên gêrîlayan ji bo cenazeyan werbigirin serê sibê derketin rê.
Cenazeyê gêrîla Fîdanten dê li navçeya Lîceyê, cenazeyê Sîrek jî dê li Amedê bê definkirin.