Cenazeyên endamên YPS û YPS-JIN’ê li benda rizînê dihêlin

Cenazeyên endamên YPS û YPS-JIN’ê yên ku li Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn û li morga nexweşxaneyê têne ragirtin, ji ber sarker naxebite gelek cenaze ketine rewşa rizînê.

Cenazeyên endamên YPS û YPS-JIN’ê yên ku li Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn û li morga nexweşxaneyê têne ragirtin, ji ber sarker naxebite gelek cenaze ketine rewşa rizînê.

Li Şirnexê cenazeyên endamên YPS û YPS-JIN’ê yên ku di êrîşên qîrkirinê ya çeteyên Qesrê de jiyana xwe ji dest dabûn, ji 14’ê Adarê ve di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de têne rawestandin. Malbatên cenazeyên ku nasnameya wan ji aliyê Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ve hatî eşkerekirin, ji bo teşxîskirina cenazeyan çûn nexweşxaneyê, anîn ziman ku amûrên sarkirinê ya morgê naxebitin. Malbatên ku çûne nexweşxaneyê diyar kirin ku laşê cenazeyên di morgê de xera bûne. Malbatan destnîşan kirin ku êdî bedena cenazeyan nayên nasîn û malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe binasin.

Di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de yek jê jin 10 cenaze hene. Malbatan diyar kirin ku tenê 6 cenaze di morgê de têne ragirtin.

...