Gêrîlayên HPG’ê Savaş Okûdûcû û Siyamet Selamet ku di dîrokên pevçûnên cûda de li bejahiyên navçeya Çelê ya Colemêrgê û Şirnexê jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên wan ji aliyê malbatan ve ji Meletiyê hatin wergirtin. Çav lê ye ku cenazeyê gêrîla Okûdûcû li Amedê bispêrin axê, cenazeyê gêrîla Selamet jî dê bibin Başûrê Kurdistanê.
Gêrîlayê HPG’ê Savaş Okûdûcû (Bahoz Xanî) ku di 14’ê Cotmehê pevçûna li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dayî û gêrîl Siyamet Selamet (Mazlûm Urmiye) jî ku di 3’ê Gulana 2012’an li bejahiya Gundikê Melê yê ser bi Şirnexê ve jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyên wan ji aliyê malbatê ve ji Meletiyê hatin wergirtin.
Bavê gêrîla Mazlûm Urmiye Muhyedîn Selamet ragihand ku, wî ji Newroz Tv zaniye kurê wî jiyana xwe ji dest daye û got, ew di 9’ê Gulanê hatin Tirkiyeyê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dabûn. Bavê gêrîla Mazlûm diyarkir ku, lê belê cenaze nedan me û gotin cenaze li goristana bêkesan hatiye defin kirin.
Malbatê cenazeyê gêrîla Mazlûm ji goristana bêkesan derxistin û anîn Amedê. Dê sibe cenazeyê gêrîla Mazlûm bibin Başûrê Kurdistanê li navçeya Ranya ya Silêmaniyê defin bikin.
Çav lê ye ku, cenazeyê gêrîla Bahoz jî sibe li Goristana Yenîkoy ya Amedê bispêrin axê.