Cenazeyên Altintaş û Aktî anîn Pirsûsê

Cenazeyên Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Metîn Altintaş û Endamê Meclîsa Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî yên derbasî Kobanê bûn û di encama teqîna mayîna çeteyan danîn jiyana xwe ji dest dan anîn Pirsûsê.

Cenazeyên Xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Metîn Altintaş û Endamê Meclîsa Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî yên roja buhrî sînor derbas kirin û li nêzî gundê Zaret yê li rojava Kobanê pê li mayîna çeteyên DAIŞ'ê danîn kirin û jiyana xwe ji dest dan ji aliyê parlamenterên HDP'ê Nazmî Gur û Îbrahîm Ayhan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya û malbatan ve ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ji rayedarên Kantona Kobanê teslîm wergirtin. Cenaze ji aliyê gelek kesên ji Wanê hatin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê.

Hate hînbûn ku piştî karên li vir wê cenazeyan bibin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û piştî karên otopsiyê ber bi Wanê ve bên oxirkirin.