Cenazeyên 9 şervanên YPG’ê anîn Silopiya
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê yên 5'ê Hezîranê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê yê li Çiyayê Kezwan ê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê anîn navçeya Silopiya ya Şirnexê.
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê yên 5'ê Hezîranê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê yê li Çiyayê Kezwan ê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê anîn navçeya Silopiya ya Şirnexê.
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê yên 5'ê Hezîranê di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê yê li Çiyayê Kezwan ê Hesekê de jiyana xwe ji dest dan, ji bo otopsiyê anîn navçeya Silopiya ya Şirnexê.
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê yên 5'ê hezîrana 2015'an di şerê li hember çeteyên DAIŞ'ê de yê li Çiyayê Kezwan ê Hesekê jiyana xwe ji dest dabûn ji bo otopsiyê anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya. Piştî ku nûnerên MEYA-DER'ê û malbatên şervanên YPG'ê Îbrahîm Boyat (Îbrahîm Norşîn), Azad Çakar (Bawer Çewlik), Mustafa Kayar (Bager Radîn), Mansur Ataş (Êrîş Argeş), Selman Alper (Zagros Merdîn), Huseyin Doner (Sîdar Sîpan) û şervanên YPJ'ê Meryem Ozkan (Dîcle Gabar), Tansu Korkmaz (Dêrsim Roniya Gever) û Şîlan Hayme (Hedar Meyaser Amed) ji Deriyê Sêmalka hatin wergirtin anîn Deriyê Sînor ê Xabûr. Piştî karên fermî malbatan cenaze wergirtin ji bo otopsiyê anîn navenda bajar. Li ber deriyê sînor li gel Parlamenterên HDP'ê yên Şirnex Faysal Sariyildiz û Aycan Îrmez, hevşaredarên herêma Şirnex, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên Şirnex, gelek nûnerên MEYA-DER'ê, saziyên civaka sivîl û bi sedan welatî bi çepik, tilîlî û dirûşman cenaze pêşwazî kirin.
Cenazeyên 9 şervanên YPG/YPJ'ê bi kerwanek wesayîtan ber bi navenda bajar ve ket rê û di rê de ajokarên kamyon û TIR'an bi qorneyan û nîşaneyên serketinê cenaze pêşwazî kirin. Li bajaroka Tilqebîn-Wehsit û li Taxa Avaşîn welatî derketin ser Rêya Îpekê û kerwanê şervanên YPG/YPJ'ê pêşwazî kirin. Piştî ku kerwanê cenazayên şervanan YPG/YPJ'ê gihişt navenda bajar bi sedan welatî derketin kolanan û heya Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya bi kerwanê cenazeyan re meşiyan.
Piştî ku cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê gihiştin ber nexweşxaneyê jinan cenazeyên her sê şervanên YPJ'ê û ciwanan jî cenazeyên şervanên YPG'ê hildan ser milan bi dirûşma, "Şehîd namirin" birin cihê otopsiyê.
Hate hînbûn ku piştî otopsiya cenazeyan wê cenazeyên Şervanê YPG'ê Boyat bibin Bedlîsê, cenazeyê şervana YPJ'ê Ozkan bibin Cizîrê, şervana YPJ'ê Korkmaz bibin Geverê, şervanê YPG'ê Çakar bibin Edene, şervanê YPG'ê Kayar bibin Mêrdînê, şervanê YPG'ê Ataş bibin Farqînê, şervanê YPG'ê Alper bibin Mêrdînê, şervana YPJ'ê Hayme bibin Farqînê û şervanê YPG'ê Doner bibin Stenbolê.