Cenazeyên 6 cangoriyên Şehbayê hatin veşartin

Cenazeyên 6 têkoşerên hêzên şoreşger ên di berxwedana herêma Şehbayê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Cenazeyên 6 têkoşerên hêzên şoreşger ên di berxwedana herêma Şehbayê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Girseya gel tevî şervanên YPG/YPJ’ê û endamên saziyên civaka sivîl cenazeyên têkoşer Derwîş Cemal Derwîş, Taha Mihemed Hicazî, Nezmî Mistefa Ibrahîm, Nûjiyan Til Şeîr, Rêber Abdulrehman Mûrad û Serdar Seîd li navçeya Cindirêsê wergirt û bi karwanekî ji wesayîtan bir Goristana Şehîd Seydo ya li Efrînê.

Li goristana Şehîd Seydo, ewilî merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê hat lidarxistin. Piştre Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Abû Ehmed û Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê navçeya Şêrawa Ehmed Basûtî axivî.

Qisekeran sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û  ji bo rizgarkirina gelan ji zilmê û bidestxistina azadî û demokrasiyê, soza dewamkirina têkoşînê dubare kirin.

Di axaftinan de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrşên xwe yên bi rêbazên cuda hewl dide îradeya gelan têk bibe û hat gotin, wê gelên herêm nehêlin ev daxwaz û armancên dewleta Tirkiyeyê pêk werin.

Her wiha di merasîmê de  wesîqeya şehadetê  ya her 6 têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Piştre şervanan cenazeyên têkoşeran hilgirtin ser milan û  di nava tilliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi têkoşeran re veşartin.