Cenazeyên 5 gêrîlayên ku di dîrok û li cihên cûda de jiyan xwe ji dest dan, ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û ber bi bajarê wan ve hatin birêkirin.
Di 16'ê Mijdarê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer derketibû û di vî şerî de ji 5 gêrîlayên HPG'ê Muhbet Karaer (Vejîn Êlih), Cezmî Altinbaş (Botan Erdal) jiyana xwe ji dest dabûn, gêrîla Mizgîn Atabay (Berçem Amed) û Omer Zaman (Kurtay Amed) ku di pevçûna 1’ê Kanûnê li Xarpêtê jiyana xwe ji dest dabûn û di 14’ê Cotmehê de li Geliyê Zapê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê ku di şer de gêrîla Mahmut Kiraç (Azad) jiyana xwe ji dest dabû, îro malbatan wan serê sibê çûn Meletiyê.
Piştî ku malbatan serî li dozgeriyê dan teşhîsa zarokên xwe kirin û cenazeyên xwe ber bi bajarên xwe ve derxistin rê. Hate hîn bûn ku, Cenazeyê gêrîla Karaer dê li Êlihê bê pêşwazî kirin û bibin Mizgefta Lîce ya taxa Petolkentê. Cenaze sibê piştî nimêja înê li goristana Girê Savaro bê definkirin.
Cenazeyên gêrîlaya Mizgîn Atabay (Berçem Amed) û Omer Zaman di ketina Amedê de li tesîsên Dogu Petrolê bê pêşwazî kirin û sibê dê li Goristana Yenîkoyê bên definikirin. Cenazeyê gêrîla Cezmî Altinbaş (Botan Erdal) dê li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê û cenazeyê gêrîla Mahmut Kiraç (Azad) jî li navçeya Kolik ya Semsûrê bê definkirin