Cenazeyên 4 şervanan li Qamişlo hatin veşartin

Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê hatin veşartin.

Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Kantona Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a Qamişloyê hatin veşartin.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û Saziyên Civakî yên Sivîl jî di nava de bi sedan welatiyên Qamişlo cenazeyên şervanên YPG’ê Rênas, Lewend Qamişlo, Tolhildarn û Made Zagros ên di demên cûda de di berxwedana Kanton a Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabûn li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Girseya gel ku Serokê Desteya Kar û Barên Civakê yê Kantona Cizîrê Dijwar Ehemed, Seroka Desteya Darayî Remziya Mihemed, Cîgira Serokê Desteya Ciwan û Sporê Hemrîn Elî, Cîgira Seroka Veguhestinê Sozan Hesen û Cîgira Serokê Desteya Mafên Mirovan Welîda Remedanjî di nava de bi sedan welatiyên Qamişlo bi armanca wergirtina cenazeyên 4 şervanan li ber Mala Gel a Taxa Enteriya yê Qamişlo kom bûn. Girseya ku alên YPG, YPJ û TEV-DEM’ê vekiribûn û bê navber dirûşmên dilsoziya bi hêzên YPG’ê re berz dikirin piştî wergirtina cenazeyan ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiyan. Li goristanê merasîm hatin lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir.

Paşê Seroka Desteya Darayî Remziya Mihemed li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk axivî û bal kişand ser rola cangoriyan a parastina û rizgarkirina Rojava de û got ku hêzên YPG/YPJ’ê parastina hemû pêkhateyên Rojava dikin. Mihemed da zanîn ku hêzên YPG/YPJ’ê ji bo vekirina rêya di navbera Kobanê û Cizîrê de pêngava xwe didomînin û wê herêmê bi temamî ji çeteyan paqij bikin.

Di merasîmê de li ser navê YPJ’ê yek ji Fermandarên Herêma Qamişlo Evîndar Denîz, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wesîla Ezîz axivîn û bal kişandin ser berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê yên di pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de û soza şopandina rêya cangoriyan dan.

Piştî axaftinan sîcilên şervanan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Li ser navê malbatan jî axaftin hatin kirin. Di axaftinên malbatan de soza şopandina rêya cangoriyan hate dayîn û hat gotin wê ji bo avakirina civaka demokratîk û azad çi ji destê wan wê bikin.

Piştî axaftinan girseya gel cenazeyên 4 têkoşeran bi tilîlî û dirûşmeyan spartin axê.